PeyamaKurd - Li bajarê Xarpêtê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê îro piştî nîvro erdhejeke bi dijwariya pileya 4,0 çêbû.
Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê erdhej li demjimêr 16:25 û di kûrahiya zemînê ya 7 kîlometran de li navçeya Sivrîce çêbûye ku îro li bajarê cîran Meletiyê jî erdhejeke bi pileya 4,3yan rû dabû.
Ji erdheja 24ê Çileyê 2020an a Xarpêtê ve bi hezaran erdhejên din ên paşgoyî çêdibin ku dibin sedema metirsiyê.
Di encama erdheja 24ê Çile rû dabû û li bajarên din ên cîran jî bandora xwe kiribû de, 37 kes li Xarpêtê û 4 jî li Meletiyê bi tevahî 41 kesan can dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin