YNKê derbarê besdarnebûna di civîna parlamentoyê de daxuyaniyek da

YNKê derbarê besdarnebûna di civîna parlamentoyê de daxuyaniyek da

PeyamaKurd - Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ya ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê nebû û polîtboruya vê partiyê derbarê beşdarnebûna xwe de daxuyaniyek belav kir.

Biryar bû ku di hilbijartinên Serokatiya Kurdistanê de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî deng bide Nêçirvan Barzanî lê ji ber nakokiya danîna parêzgarekî nû li Kerkûkê di dema dengdanê de parlementerên YNK beşdarî dengdanê nebûn.

Polîtburoya YNKê ragihand: “Hilbijartina serokê herêmê bêyî dengê Fraksyona YNKê pêk hat. Ev yek di warê biryardayînê li Herêma Kurdistanê meşrûîyeta rewatiyê derdixe nîqaşê. Berpirsyarê hemû tiştên ku rû biden ne YNKê ye, lê belê aliyê din e”

“Armanca rêkeftina me bi PDKê re ew bû ku di hikûmeta nû de bi awayekî hevkar kar bikin. Herweha armanca me ya serekî ew bû ku bi  hev re pirsgirêkên xwe yên Bexdayê re çareser bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin