PeyamaKurd - Li Kemerovoya ku dikeve naverasta başûrê Rûsyayê agir bi MALLekê ket û tê da 53 kesan can da.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê diyar kir ku di agirê bi navenda danûstandinê ket de 53 kes mirin, 48 kes birîndar bûn. Di nav kesên mirî de zarok jî hene.
Hat diyarkirin ku 16 kesên ku di navenda danûstandinê de bûn, winda ne.
Komîteyê diyar lir ku kirêdarê dikana ku agir pê ket, midûrê şirketê yê navenda danûstandinê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Do di qata jorîn a danûstandinê de ji ber sedemeke ku hê nediyar e agir bi qismê ku salonên sînemayê û qadên lîstika zarokan lê ne, ketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin