Rojava | 61 kes bi koronayê ketin, 7 jî bas bûn

Rojava | 61 kes bi koronayê ketin, 7 jî bas bûn

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin desthilata Rêveberiya Xweser, 61 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 7 kes jî baş bûn.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Dr. Mistefa eşkere kir; 61 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 7 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Kobanê, 9 kes li Reqayê, 9 kes li Tebqayê, 9 kes li Minbicê, 2 kes li Şehbayê û 11 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 7 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 19036 kesan, ya mirinan 732 kes e û heta niha 1829 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin