PeyamaKurd – Li şûna serokwezîrê Fransa Edouard Philippe ku dest ji kar kişand, Jean Castex wekî serokwezîr hat erkdarkirin.
Koşka Elysee ragihand ku Castex ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Fransayê hatiye peywirdar kirin.
Nicolas Castex ji sala 2008an ve şaredarê bajarê Pradesê bû û di salên 2011-2012an de ji aliyê Serokomar Macron ve ji bo cîgirtiya sekreterê giştî yê serokomariyê hatibû erkdar kirin.
Herî dawî di meha Nîsanê de jî ji aliyê Macron ve bo birêvebirina proseya rûbirûbûna vîrusa koronayê hatibû wezîfedarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin