PeyamaKurd- Di Yariya Kûpaya Super a Spanyayê de Atletîco Madrîd, Barcelanoyê bi 3-2yan têk bir piştî Real Madrîdê derket fînalê. Wê yariya fînalê 12ê Çile di navbera tîmên Atletîco Madrîd û Real Madrîd de were lîstin.
Yariya Nîvfînala Kûpaya Super li Stadyuma Kral Abdullah li bajarê Erebistan Siûdî hat lîstin û Atletîco Madrîdê bi 3-2yan Real Madrîd tekbir û derket fînalê. Yariya fînalê 12ê Çile dê di navbera Real Madrîd û Atletîoc Madrîdê de were lîstin.
Erebistana Siûdî bi Federasyona Sporê ya Spanyayê (RFEF) re li hev kiriye û li gorî wê rêkeftinê dê 3 salan Kûpaya Super li Erebistana Siûdî were lîstin.
Erebistana Siûdî 1.4 milyon Euro dide tîma têkçûyî û 2 milyon euroyan jî dide tîma serkeftî.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha 13 caran Barcelonayê Kûpaya Super a Spanyayê bidest xistiye. Real Madrîd ê 10 caran û Atletîco Madrîdê jî 2 cara ev kupa biriye muzexaneya xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin