Kremlînê, bersiva Erdogan da: Ne pêkan e

Kremlînê, bersiva Erdogan da: Ne pêkan e

PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov ve bersiva banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a ji bo Kirimê hat dayîn. Peskov ragihand ku ne pêkan e ev banga Erdogan bi cih were.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, hefteya borî di civîna rêberan de beşdariyeke bi vîdeoyê kiribû û bang li Rusyayê kiribû ku Kirim parçeyeke jêneger e û radestkirina wê ya ji bo Ukraynayê, esaseke hikûqa navneteweyî ye.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê Sputnikê ve hat belavkirin, li ser vê banga Erdogan, Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov gotiye ku Enqere ji roja pêşî de li ser vê mijarê wekî me nafikire. Kirim, parçeyeke ji Federasyona Rusyayê ye û ji ber vê yekê jî tiştê ku Erdogan dixwaze, ne pêkan e.”

Duh jî ji aliyê Wezîrê Karên Derve Mewlud Çavuşoglu ve hatibû ragihandin ku ew wekî rayedarên Tirkiyeyê, xwedî sekineke xwegihandina herdu aliyan in û ew piştgiriya yekîtiya axa Ukraynayê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin