PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser 173 kesên din bi vîrûsa korona ketin û 3 kesan jî can da.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku di nav 24 saetên daqî de 3 mirin, 173 pêketin û başbûna 7 nexweşên koronayê hatine tomarkirin.
Tevî van amarên dawî, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 3 hezar û 798 kesan ku 112 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane û 672 kes jî baş bûne.
Li herêmên bin deshilatiya rêveberiya Şamê jî di 24 saetên borî de 40 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kes jî mirin.
Li herêmên bin deshilata rejîma Sûriyê heta niha 5 hezar û 359 kes bi koronayê ketine û 267 kes jî pê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin