PeyamaKurd- Îro Çarşemê 5ê Hezîranê di encama bombebarana baalfirên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê bajarokê Sîdekanê birîndar bûn ku birîna yekî ji wan giran e.
Li gor agahiyan, balafirên şerîî yên Tirkiyê danê sibeha îro Çarşemî di saet 05:20an de binke û baregehên PKKê li Geliyê Şêxzade ya gundê Mêrgereş li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.
Li gorî medya Kurdistanê, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyên Kurdistanê ku nêzîkî cihê bombebaranê bûne, birîndar bûne. Li gor agahiyan, birîna yek ji wan pêşmergeyan giran e.
Cîgirê Bataliyona 2 a Hêza Pêşmerge, Muqedem Îsa re ragihand: “Piştî bombebarana balafirên Tirkiyê, agir bi pûş û giyayê deverê ket û 3 pêşmergeyên xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl, Ezîz Cavir û Xelîl Silêman diçin ji bo ku agir vemirînin. Di vê demê de baalfirên Tirkiyê wan bombebaran dikin, ku her sê pêşmerge birîndar dibin.”
Muqedem Îsam got: “Birîna 2 ji wan pêşmergeyan sivik e, lê belê pêşmergeyekî din lingekî xwe ji dest daye û birîna wî giran e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin