Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 747 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 23yê Gulanê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 747 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 211 kes li Hewlêrê, 351 kes li Silêmaniyê, 98 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan can daye ku 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 776 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van marên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 165458 kesan, ya mirinan bû 4221 kes û heta niha 149838 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin