PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Libyayê (ANL) pêkanîna agirbestê bi vekişîna hêzên Tirkî û komên çekdarên wê ji Lîbyayê ve girêda û ragihand, ew nema dikarin çavên xwe ji binpêkirinên Tirkiyê re bigirin.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter îro înê ragihand, ew amade ne agirbestê pêk bînin, lê bi şertê derketina hêzên Tirkiyê û çeteyên wê ji Lîbyayê.
Hefter teqez kir ku êdî sebra wan ji ber komên çekdarên Erdogan û Serac ku her tim agirbestê binpê dikin, nemaye û got, eger civaka navdewletî berpirsyatiya dewleta Tirk raneke, ew ê bi her rengî bersivê bidin.
Li aliyê din şêx û serokêlên Lîbyayê banga darizandina Qeter û dewleta Tirkiyê kir û ji civaka navdewletî xwestin ji bo Tirkiye çekdarên xwe neşîne Libyayê gavan bavêjin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin