Aborî
Dolar li hember pereyê Tirkiyê rekor sikand!
PeyamaKurd – Li Tirkiyê nirxê dolar ku di çend rojên dawî de, 7 lîreyê Tirkiyê derbas kiriye îro 14ê Tebaxê rekoreke din şikand û nirxa 1 dolarî bû 7,38 lîreyê Tirkiyê.
Herwiha Euro jî bi dolar re nirxê xwe li hember lîreyê Tirk zêde kir û 1 Euro jî gihîşt 8,74 lîreyê Tirk ku ev wekî rekora van salên dawî tê nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, aboriya Tirkiyê çend salên dawî bi krîzeke kûr re rûbirû bûye bi bilindbûna nirxên dolar û euro re gihîştiye rewşeke krîtîk ku Tirkiye nikaribe deynên xwe yên dolar û euro bide.
Herwiha bi bilindbûna dolar û euro re, mûçeyên karmend û karkeran li Tirkiyê dihelin û xizanî her diçe zêdetir dibe.