Cîhan
2 trên lihev ketin: 3 mirî û 30 birîndar
PeyamaKurd- Li welatê Awrûpa li Çekyayê, li bajarê Karlovy Vary ê, li devera Perninkê du trênên rêwiyan li hevketin û di encamê de 3 rêwî mirin û 30 rêwî birîndar bûn.
Piştî qezayê 2 helîkopter û ambûlans hatin şandin bo ciyê bûyerê. Berdevkê îtfaiyê yê bajarê Karlovy Vary ê ragihand ku 11 tîmên îtfaiyê mudaxeleyê bûyerê kirine. Li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rêvebirekî weha got:
“Polîs bi îhtîmala gumanan lêpirsînê da destpêkirin. Me yekî binçav kiriye.”