Cîhan
Du trên li hev ketin! Gelek mirî û birîndar hene!
PeyamaKurd – Hat ragihandin, di qezaya trênê ya ku li Yûnanîstanê pêk hat de 29 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yewnanîstanê AMNAyê li bakurê bajarê Larisa li herêma Tempî trena rêwiyan û trêneke barhilgir li hev qelibîn.
Di qezaya ku hin vagonên trêna rêwiyan ji rayê derketin de 29 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê rêwiyên trênê bi otobusan birin Selanîk, Larîsa û Kateriniyê.
Di trêna IC 62 ya ku ji Atînayê diçû Selanîkê nêzî 350 rêwî hebûn.
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên li cihê qezayê dewam dikin.