Cîhan
Balafirgeha Samê pistî êrîsa Îsraîlê hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber ziyanên êrîşa Îsraîlê ya îro sibehê bi ser Balafirgeha Şam a paytexta Sûriyê de, balafirgeh ji bo 48 saetan hat girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser aliyê bakur ê Balagirgeha Şamê ji ber derbeyên artêşa Îsraîlê yên dijî 3 depoyên komên çekdar ên Îranê, ziyaneke mezin çêbûye.
Herwiha hat diyarkirin ku birca çavdêriyê ya balafirgehê jî zirar dîtiye û seferên bo hatin û çûyînê li balafirgehê rawestiyane.
Kompaniyên balafiran hemû rêwî agahdar kirine ku rêwîtiya xwe heta 48 saetan bi paş ve bixin.