TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda û Enqerê li ser vegerandina DAIŞîyan li hev kir

📅 22 sibat 2026 16:37

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Tirkiye û Iraqê li ser vegerandina 180 girtiyên DAIŞê yên Tirk li hev kiriye.

Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan ragihand ku di navbera Bexda û Enqereyê de lihevkirin çêbûye û zêdetirî 180 girtiyên DAIŞê wê bên vegerandin.

Anil Bora Înan diyar kir ku meha pêşiya me dê li Bexdayê civînek were lidarxistin da ku hûrgiliyên dawî û mekanîzmaya bicihanînê werin diyarkirin.

Înan destnîşan kir ku vegerandina welatiyan, tevî zarokan jî, ji bo çareserkirina encamên qonaxa piştî DAIŞê gaveke pêwîst e.

Balyozê Tirk got ku ev pêvajo dê li gorî çarçoveyên yasayî yên zelal be ku nasname bên kontrolkirin û rêkarên dadî bên temamkirin.

Parve bike: