TR KU SO
FB X
Cîhan

Boko Haram êrîs kir: 30 kustî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 27 îlon 2020 04:15

PeyamaKurd-Li welatê Nîjeryaya Afrîkayê rêxistina Boko Haramê êrîş bir ser konwoya parêzgerê eyaleta Bornoyê ser Babagana Zulum û di êrîşê de 30 kes mirin.

Konwoya Parêzger Zulum diçû Bagayê da pêşwaziya kesên ku cihî û warên xwe bûne. Lê Boko Haram pêşiya konwoyê birî û êrîş kir. Di êrîşê de 8 polîs, 3 leşker û 4 sîvîl ên hêzên hevpar hatin kuştin. Ev agahiya ewiliyê ku ji Nîjeryayê gihaye çapemeniyê.

Li gor ragihandina çapemeniya Nîjeryayê ya dawiyê, di êrîşa konwoyê de jimara kesên mirine derketiye 30 kesan. Di êrîşê de 12 polîs, 5 leşker,4 sîvîl ên hêzên hevpar û 9 sîvîlên din hatine kuştin.

Parêzger Zulum, bê ku birîndar bibe an bê kuştin rizgar bûye.

Parve bike: