TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: S-400 ji bo NATOyê nabe pirsgirêk, lê…

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2019 21:10

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser kirîna pergalên berevaniya esmanî S-400an ji Rûsyayê û bertekên NATOyê got, "S-400 ji bo NATOyê nabin pirsgirêk. Lêbelê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê eleqedar dike.”

Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiv da pirsên medya rûsî.

Çavuşoglu li ser mijara civîna formata Astanayê ya li 1-2yê Tebaxê li paytexta Qazaxistan Nur Sultanê birevê diçe, da xuyakirin ku ew dê li ser avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê gotûbêjan bikin û ji bo ragihandina avabûna komîteyê jî bi Rûsyayê re kar dikin.

Li ser kirîna S-400an û bertekên welatên Rojava û NATOyê jî Çavuşoglu got, "Bi NATOyê re pirsgirêkên me nînin. Wekî ku ji daxuyaniyên Sekreterê Giştî û cîgirê wî jî tên fêmkirin ku S-400 ji bo NATOyê nabin pirsgirêk. Tirkiye di gelek waran de ji çalakiyên NATOyê re dibe alîkar. Ev mesele di ti lutkeyeke NATOyê de nehatiye rojevê.”

Çavuşoglu bal kişand ser ku meseleya kirîna S-400an ji pêwendiyên ligel NATOyê bêhtir, meseleyeke ku pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê eleqedar dike ye.

Parve bike: