Cîhan
DAISê êrisî leskerên Sûriyê kir
PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li Dêrezorê êrişî leşkerên Sûriyê kirin û di encamê de 4 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) doh komeke veşartî ya DAIŞê li çola Kebabib a Dêrezorê êrîşî leşkerên Sûriyeyê kir.
Di êrîşê de generalek û 3 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku piştî êrîşê terorîstên DAIŞê reviyan.
Ji aliyê din ve, li gorî SOHR, îsal herî kêm 457 leşkerên rêjîma Sûriyê û milîsên girêdayî Îranê di êrîşên DAIŞê de hatine kuştin.
Îsal di êrîşên çekdarên DAIŞê de 57 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.