TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê li Reqayê êrisî leskerên Sûriyê kir!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 28 adar 2024 13:51

PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşa duh Çarşemê ya ku ji alîyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li çola Reqqayê hat kirin de 4 endamên Hêzên Parastina Neteweyî yên alîgirên rejîmê hatin kuştin.

SOHRê ragihand ku endamên DAIŞê bi çekên sivik û navîn êrîşek li ser xalên leşkerî yên girêdayî Hêzên Parastina Neteweyî li nêzî Badiye El-Hima li gundewarê bakurê Reqqayê pêk anîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 endamên Hêzên Parastina Neteweyî jiyana xwe ji dest dane, endamên rêxistinê jî xelas bûne.

Parve bike: