Dema erkê fermandarê hêzên leşkerî yên Alman li Herêma Kurdistanê bi dawî bû
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge merasîmek xatirxwestinê ji bo fermandarê hêzên leşkerî yên Alman li Herêma Kurdistanê Kolonel Sebastian Klink li dar xist bi boneya bidawîbûna dema erkê wî.
Roja Yekşemê, 22ê Sibata 2026an, Serfermandarê Hêzên Pêşmerge, Tuggeneral Îsa Uzeyr, pêşwaziya Kolonel Sebastian Klink û şandeya wî kir.
Serfermandarê Hêzên Pêşmerge, li ser navê Wezareta Pêşmerge, spasiya Kolonel Sebastian Klink kir û girîngiya piştgiriya Almanya ji bo pêvajoya reformê û hewldanên wê yên ji bo baştirkirina sektora tenduristiyê ya Pêşmergeyan tekez kir.
Meha borî, Parlamentoya Almanya dema bicihkirina leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an dirêj kir û 109 milyon euro ji bo lêçûnên salane yên hêzan veqetand.