Cîhan
Di 6 mehan de 30 ton maddeyên hisber hat girtin
PeyamaKurd- Rêvebirê asayîşa giştî yê Tirkiyê Celal Uzunkaya ragihand ku di 6 mehê ewilî yê salê de, 30 ton maddeyên hişber hatiye girtin. Di ser 20 hezarî de kes hatine sewqkirin bo dadgehan û hatine girtin. Uzunkaya ragihand ku bi sedema tedbîrên hatine girtin, jimara kesên di trafîkê de dimirin %30 yî daketiye %15 yan.
Di sala 2017an de 941 kes bûye qurbana maddeyên hişber. Di sala 2018an de hema ew jimare daketiye 600-650. Eger weha here wê hêj jimara qurbaniyan hêj kêmtir bibe.