Cîhan
Tonekî maddeyên hisber har girtin
PeyamaKurd- Li ser sînorê Azerbeycanê û Îranê di TIR ekî de li dora 1 ton maddeyên hişber hat girtin. TIR li ser sînorê Azerbeycanê di dema ku dê di sînor de derbas bibe û here welatê Ûkraynayê hat girtin. Bi temamî 933 kîloye û xistine 884 paketan.
Dema TIR ê barkirine, maddeya hişber xistine binê meyweyên hinar û kîviyan. Di gumrika bi navê Astara de, di dema kontrola TIR ê de ev bûyer derket ortê.
Tîmên gumrikê yên Azerbeycanê 4 roj berê jî li ser sînor 304 kîlo maddeyên hişber girtibûn lê di mijara cûreya maddeyê de ti agahî nehat dayîn.