Erebistan bi sedema twîttan belav kiriye 16 sal ceza da hemwelatiyekî Amerîkayê
PeyamaKurd – Hemwelatiyekî Amerîkayê ku bi eslê xwe ji Si’ûdiya Erebistanêye, ji ber belavkirinên wî yên Twitteran, Erebistanê 16 sal cezayê zîndanê dayê. Kurê Saad İbrahim Almadiyê di zîndanê de ye ku temenê wî 72 sale, ragihand ku Erebistanê bi sedema twitan 16 sal ceza dane bavê wî. Li gor ragihandina İbrahim Almadi, sal borî bavê wî di wexta ku ji Amerîkayê ji eyaleta Florîdayê diçû Riyad a Erebistanê, li Riyadê hatiye girtin.
Rêvebiriya Amerîkayê nexwestiye kurê wî mijarê bi medyayê re parve bike lê ew jî naxwaze bavê xwe di zîndanê de mirî bibîne. İbrahim Almadi heya niha 2 caran bavê xwe dîtiye û bavê wî di zîndanê de, di şertên îşkencê de jiyana xwe dewam dike.
Tewana ku Erebistanê lê dike dibêje ku welat bêîstîqrar dike, terorê destek dike û finanse dike. Jimara Twittên wî jî 14 ne. Xwuyaye li gelek welatên dinyayê j ber belavkirina mijaran li ser medya civakî bûye sedema cezakirina bi hezarn kesan.