Cîhan
Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin gihîstin Samê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin gihîştin Şam a paytexta Sûriyê.
El Cezîreyê ragihandiye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, piştî ruxandina rejîma Esed li Sûriyê yekem serdana xwe bo Şamê kirin.
Hatiye diyarkirin ku wê Fîdan û Kalin bi rêveberiya demkî ya Sûriyê re hevdîtinan pêk bînin.
Biryar e Fîdan û Kalin bi Serokwezîrê nû yê Sûriyê Muhammed El Beşîr û Serokê HTŞê Golanî re jî bicivin.
Herwiha li gorî zanyariyan, wê xebatên bo vekirina balyozxaneya Şamê jî dest pê bikin.