Cîhan
Hêzên Hikûmeta Sûriyê rê nedan Kongreya Opozisyonê bê lidarxistin
PeyamaKurd – Hêzên Hikûmeta Sûriyê, li Şamê rê nedan Kongreya Opozisyonê bê lidarxistin.
Li gor Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Opozisyonê Dr. Îbrahîm Cebawî diyar kiriye, Hêzên Hikûmeta Sûriyê rê nedane kongreyê Eniya Niştimaniya Demokrat (CÛD) bê lidarxistin.
Herwiha Dr. Îbrahîm Cebawî daye zanîn, hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê, cihê kongreyê dorpêç kirin û rê nedan endamên kongreyê derbasî nav hola kongreyê bibin.
Biryar bû, îro Şemiyê, kongreya damezrîner a çend aliyên opozisyonê li Şama paytext birêve biçe.