TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, ji bo kesekî din jî biryara darvekirinê da

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 mijdar 2022 05:00

PeyamaKurd- Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya nêzî Erka Daraza Îranê ye, ji bo xwepêşandêrekî din jî biryara darvekirinê hatiye dayîn.

Di nûçeya hat parvekirin de hat eşkerekirin ku ji ber ev xwepêşandêr tevlî xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî yên li Kolana Settar Xanê ya Tehranê bûye, ji aliyê dadgehê ve sizayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Di agahiyan de navê xwepêşandêr nehat eşkerekirin û hat gotin ku

“Ji ber tawanên ragirtina çeka bê agir, rêgirtin, rawestandina maşînan, binpêkirina ewlehiyê, bi hêzên milîs re pevçûn, birîndarkirina hêzekî ewlehiyê û belavkirina tirs û xofê, biryara darvekirinê hatiye dayîn.”

Her wiha hat ragihandin ku ji bo vê biryara hatiye dayîn, rêya dijderketinê vekirî ye.

Beriya niha jî ji bo tawanên bi vî rengî, ji bo 5 xwepêşanêdêrên din jî sizayê darvekirinê hatibû dayîn.

Parve bike: