TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê ji bo welatiyên xwe yên ketine şerê Ukrayna biryar da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 sibat 2026 23:06

PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê biryarên nû û tund danî da ku rê li ber tevlîbûna welatiyên xwe ya nav artêşên biyanî, bi taybetî artêşa Rûsyayê bigire.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Erecî ragihand ku di civîna "Komîteya Fermana Dîwanî" de biryar hatiye dayîn ku ew madeyên Yasaya Cezayan a Iraqê werin çalakkirin ku cezayê girtîgehê li ser wan kesan disepînin ku bêyî destûra fermî dibin leşkerên dewletên din.

Ev pêngava Bexdayê piştî zêdebûna fikarên li ser tevlîbûna bi sedan ciwanên Iraqî di şerê Rûsya û Ukraynayê de hat avêtin.

Parve bike: