TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsya daxuyaniya Helebê: Binpêkirina serweriya Sûriyê ye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 mijdar 2024 20:04

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku geşedanên li Helebê rû didin binpêkirina serweriya Sûriyê ye û got, welatê wî amade ye piştgiriya rejîma Sûriyê bike.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov,  li ser êrîşên çekdarên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser gundewarên Heleb û Idlibê nirxandin kir.

Peskov di civîna çapemeniyê de diyar kir ku geşedanên li Helebê binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye û da zanîn, Rûsya amade ye piştgiriya Şamê bike.

Dmitriy Peskov ji Şamê jî xwest bilez herêmê kontrol bike.

Parve bike: