Cîhan
Kompaniya Lafarge bi hevkariya DAISê tê tohmetbarkirin
PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Franseyê diyar kir, divê lêkolîn bi kompaniya Lafarge ya Fransî re bi tohmeta alîkarî di tawanên dijî mirovatiyê li Sûriyê bê kirin.
Bilindtirîn dadgeha Franseyê, biryara berê ya dadgehê ku ew tohmet li ser kompaniya Lafarge rakiribû red kir û da zanîn, divê dadwer careke din li vê keysê vekirin û lêkolînan bikin.
Kompaniya Lafarge ya çimentoyê ya ku şaxê xwe li Kobanî hebû, bi serederiya gel komên tundrew û teroristî li Sûriyê tê tohmetbarankirin.
Yek ji wan tohmetan ku di sala 2013, 2014an de ji bo gerentiya berdewamiya karê xwe li Sûriyê 13 milyon Euro daye DAIŞê, lê di lêkolînên dadwerên Fransî li gel rêveberên wê kompaniyê de ew tohmet hatibûn redkirin.