TR KU SO
FB X
Cîhan

Leskerên Rûsî ketin baregeha hêzên Amerîkayê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 gulan 2024 20:42

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku leşkerên Rûsyayê ketin nav baregeha Amerîka ya li paytexta Nîjer Niameyê û tê de bicih bûn.

Li gorî zanyariyan leşkerên rûsî derbasî nav baregeha bi navê “Airbase 101” a asmanî ya Amerîkayê bûn ku li kêleka Balafirgeha Niamey ya Diorî Hamanî ye.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, li paytexta Hawaii Honoluyê li ser mijarê bersiva pirsa rojnamevanan da û got, ji ber ku yekîneyên rûsî nikarin xwe li nav baregehê

Hêjayî gotinê ye Nîjerê peymana leşkerî ya ligel Amerîkayê sala 2012an bidawî kiribû û piştî darbeya leşkerî jî leşkerên xwe yên li Nîjerê veguhestibûn wê baregehê.

Parve bike: