TR KU SO
FB X
Cîhan

Ûkrayna: Hêzên rûsî ketin bajarê Harkovê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 sibat 2022 14:25

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Ûkraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê ketine nav bajarê Harkovê.

Bajarê Harkovê bajarê duyem ê Ûkraynayê û bajarê herî mezin ê pîşesaziyê ye li Ûkraynayê ku artêşa Ûkraynayê ev du roj in li hember êrîşa artêşa Rûsyayê li ber xwe dida.

Doh 26ê bepirsên hikûmeta Ûkraynayê ragihandibûn ku hêzên rûsî ji Harkovê hatine dûrxistin, lê piştî êrîşên tund ên artêşa Rûsyayê careke din ketine nav bajêr.

Li aliyê din hemû bajarên Ûkraynayê li dijî hêzên rûsî berxwedan berdewam dike û welatên Ewropa û Amerîkayê jî ji bo alîkariyên berevaniyê soz dane Ûkraynayê ku alavên leşkerî bişînin.

Parve bike: