Cîhan
Li 5 bajarên Anedolê pir xerabûn û her der di bin avê de ma
PeyamaKurd – Li bajarê Manisa li navça Turgutluyê baran bariya û ava çemê Iralamazê bilind bû. Bi hezarî donum erd di bin avê de ma. Li navça Salıhlıyê jî pirekî xera bû, kargeh û axwur di bin avê de man.
Li Îzmîrê li navça Ödemişê çemê Menderesê ava wê bilind bû, li bajarê Aydınê, Muğla û Antalya jî qewimandinên weha bûn.
Li herêmên Ege û Derya Sipî jî li gelek bajaran barana zêde kir ku kargeh û arazî di bin avê de bimînin.
Bi sedema zêdebûna avê gelek rê di bin avê deman ku erebe nikaribûn di rêya xw ede herin.