Li Almanya û Îtalyayê lehî rabûn: Rewsa Awarte hat ragihandin
PeyamaKurd – Piştî ku li hin herêmên Almanya û Îtalyayê ji ber barana zêde lehî rabûn, li her du welatan li deverên bobelata lehiyê rewşa awarte hate ragihandin. Li gorî zanyariyên destpêkê gelek kes winda ne û du kesên hemwelatiyên Tirkiyê jî can dane.
Hat ragihandin li başûrê Almanya û Îtalyayê ji ber barana zêde lehî rabûne û rewşa awarte hatiye ragihandin.
Hişyar hat dayîn ku hezar û 300 kes malên xwe vala bikin û li gorî berpirsan gelek kes jî winda bûne.
Li gorî ragihandina saziyên keşûhewayê yên Almanyayê wê baran di saetên pêş de jî bi taybetî li herêmên başûrê Almanyayê bidome û bibe sedem ku av pir zêde bilind bibe.
Herwiha ji ber lehiyan asta ava çemê Dunûb û şaxên wê gihîştiye asta herî bilind ku di nav 50 yan 100 salan carekê de ew yek pê tê.