Li Arjantînê ji ber givasa budçê, xelk daket kolana
PeyamaKurd – Li payîtexta Arjantînê li Buenos Airesê bi sedema serokê dewletê Javier Mile di budçê de givaşan danî ser mesrefan, mehaneyan û budçê teng kir, xelk daket kolanan û siyaseta dewletê ya darayî protesto kir.
Çalakvan bi polîs re pevçûn û di encamê de polîs ji sed kesî zêdetir xist binçav û herî kêm 20 kes birîndar bûn. Piraniya kesên daketin kolanan yên xaneşîn, terefdarên fûtbolê bûn û bi kevir, fişekên hewayî û bombeyên dengî êrîşê polîsan kirin ji ber polîs nehişt çalakvan bimeşin koşka serokê dewletê. Polîs jî bi gazê, fişekên plastîk û ava bi şid mudaxeleyê çalakvanan kir.
Li Arjantinê şaneşîn mehaneyên herî kêm distînin (340 dolar) û sala borî serokê dewletê Milei zêdekirina mehaneyan red kiribû welew mehane di bin mehaneya herî kêm de bin jî.