Kurdistan
Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi tundiya 4,2 rû da.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Battalgazî ya Meletiyê li demjimêr 01:58an bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.
AFADê kûrahiya erdhejê wek 11 kîlometre bin erdê pîvand.
Derbarê erdheja ku li derdorê jî hatiye hîskirin de heta niha ti ziyan û xisarek nehatiye ragihandin.