Cîhan
Li Îngîltere wezîrê darayî û yê tenduristiyê îstîfa kirin
PeyamaKurd – Li Îngîltere wezîrê tenduristiyê Sajid Javid û wezîrê darayî Rishi Sunak li pey hev ji wezîrtiyê îstîfa kirin.
Javid di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku nema dikare bi wijdana xwe wezîfa xwe dewam bike, bi serokwezîr Johnson re axifiye û baweriya wî bi Johnson nemaye, lewra ji wezîfa xwe îstîfa kiriye.
Sunak jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku dev ji karê xwe berdaye. Di daxwuyaniya xwe de weha gotiye:
“Xelk bende ye û dixwaze hukumet nîzamî, bi bandor û ciddî wan îdare bike. Ez dizanim wê ev wezîrtiya min ya dawiyê be. Lê hêjaye ku ez ji bo standardan têbikoşim û lewra ez dev ji kar berdidim.”