Cîhan
Li Îranê bi pileya 5,7an erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Li başûrê eyaleta Farsê ya Îranê, bi pileya 5,7 a rixterê erdhejeke bihêz çêbû.
Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej îro bêrêvarê li bajaroka Heşt a Kazîrumê rû daye û kûrahiya wê ya ji erdzemînê 11 kîlometre ye.
Heta niha ti daxuyaniyek derbarê ziyanên canî û madî de nehatiye ragihandin.