TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Pakîstanê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar hene!

Ruken güler
Nivîskar
📅 29 îlon 2023 16:30

PeyamaKurd- Li eyaleta Belûçîstana Pakîstanê, li herêma ku welatiyên ji bo Qendîla Mawlûdê kom bûbûn, li nêzî mizgeftekê bombe hat teqandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqîna ku li eyaleta Belûçîstana Pakîstanê kom bûbûn, di êrîşa terorê ya bombeyî ya ku hat lidarxistin de 52 kesên ku di nav wan de polîsek jî hebû jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 130 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Her wiha Serokwezîrê hikûmeta Demî Anvarul Hak Kakar bi daxuyaniyekê de êrîş şermezar kir.

Parve bike: