TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê rewsa awarte radibe!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2018 14:33

PeyamaKurd- Li Tirkiyê di 20ê Temûza 2016an de rewşa awarte hatibû îlankirin. Piştî du salan îro rewşa awarte tê rakirin. Di van du salan de 127 hezar kes ji karê dewletên hatin avêtin. Bi sedan qanûn hatin guhertin. 34 biryarnameyên di hikmê qanûnê (BHQ) de hatin weşandin. Hezar û 431 komele hatin girtin.

Di 20ê Temûza 2016an de rewşa awarte hate îlankirin û 7 caran hate dirêjkirin. Bi BHQyan gelek qanûn hatin guhertin. Guhertinên mezin jî di qanûnên leşkerî de hatin kirin. Di dema rewşa awarte de dema binçavkirinê, derxistine 30 rojî. Berî niha bi 6 mehan daxistin 7 rojan. Qanûna qayyûman hate qebûlkirin û bi vê qanûnê ji bo 94 şaredariyan qayyûm hatin tayînkirin.

Kesên ku derketine derveyî welêt, tevî banga dewletê ya ku dibêje “vegerine welêt”, ku di 3 mehan de venegerin, wê ji welatiyê bêne derxistin.

Hemî BHQ di meclîsê de wekî qanûn hatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê ku Rewşa awarte were rakirin jî, hukmê BHQyan ji holê ranabe.

Parve bike: