Cîhan
Nêzî deriyê Bab el-Hawa teqîn çêbû
PeyamaKurd – Nêzî deriyê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, di depoya muhîmmatê de teqîn çêbû. Hat gotin ku depo ya Artêşa Netewî Ya Sûriyê (SMO) ye. Li ser sînor gelek kampên penaberan hene û ji ber teqînê di nav penaberan de panîk çêbû.
Heya niha nayê zanîn bê di teqînê de çiqas muhîmmat teqiyaye û cûreyên wan çi ne. Her weha nayê zanîn bê di teqînê de kes miriye an na.