TR KU SO
FB X
Cîhan

Norwêc jî li lîsteya dewletên alîkariyê didin hat zêdekirin!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 26 tebax 2023 12:29

PeyamaKurd – Norwêc piştî Danîmarka û Hollandayê bû welatê sêyemîn ku balafirên şer ên F-16 şand Ukraynayê.

Alîkariya leşkerî ji cîhanê ji bo Ukrayna ji bo parastina xwe li dijî Rûsyayê berdewam dike. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya Norwêcê de cih digirin, hikûmetê biryar daye ku balafirên şer ên F-16 bişîne Ûkraynayê.

Li gel ku heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Norwêcê ve nehatiye dayîn, lê eger mijar bibe fermî, Norwêc wê bibe welatê sêyemîn ku biryara şandina F-16 bo Ukraynayê dide.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store îro li Kîevê ya paytexta Ukraynayê bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski re civiya.

Store diyar kir, wê moşekên dijî hewayî û alavên leşkerî ji Ukraynayê re bên şandin, Store derbarê F-16an de daxuyanî neda.

Norwêcê hêza xwe ya asmanî nûjen kiribû û balafirên şer ên F-35 kirîbû. Di 18ê Tebaxê de, Amerîkayê qebûl kir ku Danîmarka û Hollanda balafirên şer ên F-16 yên Amerîkî bişînin Ukraynayê.

Parve bike: