TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistan û Çîn ji bo hevkariya xwe xwurt bikin, li hev kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2023 01:33

PeyamaKurd – Serokwezîrê demkî yê Pakistanê Anvarul Hak Kakar û serokê Çînê Şi Cinping,behsa xwurtkirina têkiliyên duqolî kirin û teyîda hevkariya navbera Pekinê û Îslamabadê kirin.

Li gor ragihandina nivîsîngeha serokwezîrtiya Pakistanê; serokwezîrê Pakistanê Kakar bi sedema proja ‘Nifşa 3em û Forûma Rê’ li Pekînê ye. Her dû teref behsa girîngiya pêşdeçûna Korîdora Aborî ya Pakistanê (CPEC) kirin ji bo bi îstîqrar pêşde here.

Serokê Çînê Şi ragihand ku Pakistan di siyaseta derve ya Çînê de xwediyê cihekî taybete, Çîn destekê dide desthilata Pakistanê, yekîtiya axa wê û geşepêdana wê.

Şi, destekê dide potansiyela jeoekonomik ya Pakistanê û dixwaze Pakistan bibe navenda bazirganiyê. Her dû teref di warê siyasî, ekonomî, perwerde, zanist, teknolojî, çand û kûrkirina têkiliyên navbera her dû gelan.

Parve bike: