TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistan û Çîn têkiliyên xwe di proja mezin de xwurt dikin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2025 00:08

PeyamaKurd – Çîn û Pakistan di proja mezin ya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakistanê de (CPEC) ji bo pêvajoya duyem bicîh bînin xebata xwe xwurt dikin. Lê zahmetiyên îstîqrara siyasî, aborî û enerjiyê, dahatûya projê tehdîd dikin.

Malpera "Notizie Geopolitiche" balê kişand ser nêzîkbûna Çînê û Pakistanê ya û got ku tevliheviya nav Pakistanê, têkoşîna hêzên navdewletî yên desthilatê, wan bi zahmetiyan re rû bi rû dike.

Her dû dewlet her çendîn soza xwe ya berê ya di derbarê projeya navborî de dubare dikin jî zahmetiyên li jorê ber li wan digrin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Çînê Sun Weidong û wezîra karên derve yê Pakistanê Amina Beluç di 11.01.2025an de li Pekinê civîna xwe kiribûn û paşî daxwuyanîiyê dabûn.

Parve bike: