Cîhan
Parlemantoya Iraqê li hemberê biryara NATO yê derket
PeyamaKurd – NATO biryarê dabû ku hêzên xwe yên li Iraqê berfirehtir bike. Lê di parlementoya Iraqê bi taybetî komîta bergiriyê li hemberê vê biryara NATO yê derket.
Endamê komîsyona asayîşa parlementoya Iraqê Elziyadî bo çapemeniyê got ku ew rê nadin hîç serbazekî biyanî da here ser xaka Iraqê lê ger bi rizamendiya hukumeta federal be pirsgirêk tineye.
Elziyadî, her weha ragihand ku hevpeymaniya NATO yê biryarê daye ku 4 hezar serbazên din bişîne Iraqê, ew çûna serbazên biyanî bo axa Iraqê red dikin û pêdiviya wan bi hêzên biyanî nîne.