TR KU SO
FB X
Cîhan

Pasdarên Îranê kolberekî dî jî kustin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 14 tebax 2018 17:03

PeyamaKurd- Li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kolberekî dî jî kuştin.

Malpera Rêxistina Hengawê ragihand ku vê sibehê li herêma Kanî Zerdê li nêzîkî bajarê Pîranşarê leşkerên Îranê êrîşî kolberên Kurd kirin. Di encama êrîşê de kolberekî Kurd hate kuştin. Kolberê Kurd ku hate kuştin yê bi navê Îsmaîl Ezîzî ji bajarê Mehabadê bû û 33 salî bû.

Di van her sê hefteyên bûrî de 9 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Urmiyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Parve bike: