TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 adar 2022 23:09

PeyamaKurd – Li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê de hat kuştin. Li gor ragihandina komela mafê mirovan Hengawê; duhî li zozanê sînorî yê Seyranbendê ku dikeve nêzî bajarê Banê, pasdarên Îraniyan kolberên Kurd daye ber guleyan.

Di êrîşa pasdaran de kolberê 25 salî yê Kurd yê bi navê Rostem Xizirî jiyana xwe ji dest daye. Termê kolber ku ji xelkê bajarê Şîno ya rojhilat bû, birine bajarê Silêmaniyê Herêma Kurdistanê.

Parve bike: