TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: 21 leskerên rejîmê û 13 çekdarên DAISê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2020 23:01

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gelek gundên rojhilatê parêzgeha Hema ya Sûriyê, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çekdarên DAIŞê de rû daye.

Hat diyarkirin ku şer li eniyên El-Rehcan, El-Şakosiyê û Asriye yên dawiya gundên rojhilata Hemayê rû daye.

SOHRê herwiha encamên şerê 48 saetan ên bombebaran, topbaran û şer eşkere kir û ragihand, 21 leşkerên hêzên rejîmê û 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ji ber giranbûna rewşa birîndaran dibe hejmar zêdetir bibe.

Parve bike: