TR KU SO
FB X
Kurdistan

SOHR: Çekdarên DAISê êrîsî wesayîta HSDê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 21 tebax 2022 16:43

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê êrîşek biriye ser wesayîteke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk.

Li gorî ragihandina SOHRê çekdarên DAIŞê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, li nêzî gundê Darangê êrîşî otomobîleke leşkerî ya HSDê kir.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de du şervanên HSDê birîndar bûn û bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku di demên dawî de, liv û tevgera DAIŞê li herêmê zêde bûye.

Parve bike: