TR KU SO
FB X
Cîhan

Stenbol | Ferq pir hindik e, namzedê AKPê dibêje 'Me qezenc kir, lê!

Salih Turan
Nivîskar
📅 01 nîsan 2019 03:43

PeyamaKurd - Li Tirkiyê niha her kes li benda encamên hilbijartinê yên bajarê herî mezin ê Stenbolê ye ku bi milyonan kurd jî lê dijîn.

Di navbera namzedên AKP û CHPê de tenê çend hezar ferq maye ku li gor amarên AAyê rêjeya dengên AKPê %48,71 yên CHPê jî %48,65  e. Niha tenê bi qasî sed sindoqên nehatine hejmartin hene ku li gorî CHPê ew li pêş in.

Herwiha ragihandina amarên Stenbolê hatiye rawestandin.

Namzedê AKPê Binalî Yildirim beriya ku encam diyar bibin daxuyakirin ku wî li Stenbolê qezenc kiriye û spasiya gel kir.

Li aliyê din namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu jî ragihand ku hîn encam diyar nebûne û ew dê heta dawiyê hejmartina dengan bişopînin.

Îmamoglu ragihand ku li gorî dengên heta demjimêr 23:30yan hatine jimartin rêjeya dengên wî li Stenbolê %50.51 e, lê ew dîsa jî serkeftina xwe ranagihîne.

Herwiha dema Binalî Yildirim serkeftina xwe ya Stenbolê ragihand, serokê YSKê jî daxuyakirin ku hîn encam diyar nebûne.

Parve bike: